Rusya: Hêzên me li herêma ku lê leşkerên Tirkîyê hatin lêxistin operasyon li dar nexist

Wezareta Parastinê ya Tirkîyê derheqê êrîşa li doh êvarî li Îdlîbê hat lidarxistin de destnîşan kir “Hêzên Asîmanî ya Rûsyayê li wê herêma ku lê leşkerên Tirkîyê hatin lêxistin operasyon li dar nexistin.”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Terorîstên ku endamên HTŞê ne li wê herêma kêmkirina rageşîyê ya li Îdlîbê li hember Artêşa Sûrîyê operasyoneke mezin dan destpêkirin û Artêşa Sûrîyê jî bersiv da êrîşê.Di wê êrîşa ku hat kirin de leşkerên ku digel terorîstan bûn hatin lêxistin.Rûsya çawa pê hesîya ku li wê derê leşkerên Tirkîyê birîndar bûne dawî li operasyona Artêşa Sûrîyê anî û tedbîran stand. Hêzên me li herêma ku lê leşkerên Tirkîyê hatin lêxistin operasyon li dar nexist.Li gorî agahîyên meqamên Tirk divîyabû leşkerên Tirk ne li wê derê bana.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e