Saglam: Ez ji Xwedê ji bo wan kesên ku canê xwe ji dest dane rehmetê teleb dikim

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji bo 33 kesên ku li Miksa Wanê di bin şapeyê de man û canê xwe ji dest dan peyama tazîyê weşand.

Berî bê 2 rojan li Miksa Wanê di encama şapeya ku ketibû de 5 kes canê xwe ji dest da û 2 kes jî di bin şapeyê de man. Doh dema ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dihat kirin şapeyeke din ket. Di encama şapeya ku ket de 33 kes canê xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûn.

Ji tere Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve  ji bo 33 kesên ku li Miksa Wanê di bin şapeyê de man û canê xwe ji dest dan peyama tazîyê hat weşandin.

Saglam di peyama ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir “Ez ji bo wan xebatkarên alîkarîyê û temamê wezîfedarên me yên ku li Miksa Wanê di dema lêgerîn û rizgarkirinê de di bin şapeyê de man û canê xwe ji dest dan ji Xwedê rehmetê û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim. Xweda sebra cemîl bide nasên wan kesên ku canê xwe ji dest dane.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn