Saglam ji bo kesên ku di lehîya li Bursayê de canê xwe ji dest dan peyama tazîyê weşand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji bo wan kesên ku di lehîya li navçeya Kestela Bursayê de canê xwe ji dest dan peyama tazîyê weşand.

Doh li  gundê Dudakliya navçeya Kestela Bursayê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû û di encama lehîya ku rabû de 5 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî winda bû.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de wisa got: "Ez ji Xweda, ji bo wan kesên di lehîya ku li gundê Dudakliya navçeya Kestela Bursayê rabû de canê xwe ji dest dan rehmetê û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim. Xweda vê lehîyê bike kefareta gunehan."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne