Saglam: "Me bi biratî bi muhaciran re muamele kir, divê niha em wan terkî mirinê nekin!"

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglamê ku derheqê qeyrana penaberan de nirxandinan kir destîşan kir, divê penaber ji mirinê re neyên terk kirin.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya ku belav klir de destnîşan kir Tirkîye di çarçoveya biratîya Îslamê de xwedî li muhaciran derket ku ev yek tiştekî baş e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji ber şerê navxweyî ya ku li Sûrîyê berdewam dike nêzî 4 milyon Sûrîyê welatên xwe terk kirin û Tirkîye li wanan xwedî derket ku ev tewra însanî û Îslamî ya welatê me ji teqdîrê re şayan e. Him bi derfetên dewletê, him jî bi hessasîyetên sazîyên civaka sîwîl û welatîyên me xwedî li muhaciran hat derketin ku ev yek  ji bo biratîya Îslamê mînakeke xweşik e.”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de qala qeyrana însanî ya ku li ser xeta sînor pêk tê kir û got: “Digel geşedanên dawî yên leşkerî û sîyasî yên ku li Îdlîbê pêk hatin, Tirkîye derket derveyî wê Plana Çalakîya Koçê ya Hevpar a ku di sala 2016an de  bi Yekîtîya Ewrûpayê re îmze kiribû û ji bo wan penaberên ku dixwazin ji Tirkîyê veqetin derîyên sînor vekir. Ji ber vê yekê nêzî 150 hezar penaber berê xwe dan sînorê Yunanistanê. Penaberên ku dixwazin sînor derbas bikin li rasta mudaxeleya xeyrî însanî ya polêsên Yunanistanê tên. Hetta di dema van midaxeleyan de  hinek kes canê xwe ji dest dan. Dîsa dema hinek penaber hewl dan bi botan Behrê Egeyê derbas bikin ji bo bigihijin giravan ji mirinê  filitîn. Lewra ewlehîya beravê ya Yunanistanê midaxeleyî wan kir û di wê midaxelê de hindik mabû ku penaber bixeniqin.”

 “Derketiye holê ku di welatên Yekîtîyên Ewrûpayê de ji mafên însanan re hurmet tune ye, bes di gotinê de hûrmeta wan ji mafên însanan re heye”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir welatên Ewrûpayê  midaxeleyên xedar li penaberan dikin ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye û dû re wuha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Him li gorî Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Însanan a ku welatên Yekîtîya Ewrûpayê terefdarên wê ne û him li gorî Peymana Cenewreyê  penaberên ku ji şer revîyane xwedî maf in ku herin welatên bi ewlehî û divê di vê çarçovê de şert û merc bên başkirin. Yekîtîya Ewrûpayê ji bo sînorên xwe muhafeze bike tundîyê li ser penaberan tetbîq dike û bi şikleke nebaş bi wan muamele dike ku ev yek tê wateya îflaskirina mutabaqat û peymanên navneteweyî  ya welatên Yekîtîya Ewrûpayê. Ew kesên ku hewl didin penaberên ku dikin bixeniqin xelas dikin bi xwe jî tên cezakirin ku ev yek nîşan dide tu qiymeta nirxên însanî yên gerdûnî yên welatên Yekîtîya Ewrûpayê nemaye.”

 “Divê penaber wek amûrekî polîtîkayê neyên dîtin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir divê Tirkîye penaberên li derîyên sînoran bêxwedî nehêle û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Tirkîye heta îro xwedî li muhaciran derket, lê bi hemleyeke sîyasî derîyên sînoran vekir û penaberan terkî însafa Ewrûpayê kir. Divê Tirkîye wan penaberan bi mirinê re rûbirû nehêle. Ger ev yek bê kirin ew ê ev zirarê bide wê însanetîya ku heta îro hatiye kirin.Ji ber vê yekê divê penaber wek amûrekî polîtîkayê neyên dîtin.”

“Yekîtîya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî di warê penaberan de ji ber pêdivîya hiqûqa navneteweyî wezîfeya xwe bi cî bîne”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de banga bicîanîna wezîfe û berpirsîyarîyê li Yekîtîya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî kir û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Divê Tirkîye pêşî bi Yekîtîya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî re derheqê vê rewşa nû de li hev bike û dû re derîyên sînoran ji bo penaberan vebike. Divê Tirkîye ji ser penaberan serî li cezakirina welatên Ewrûpayê nede. Yekîtîya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî divê di warê penaberan de ji ber pêdivîya hiqûqa navneteweyî wezîfeya xwe bi cî bîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Behra Egeyê di mezinahîya 4.2yan de erdhej
Li Konyayê li heman taxê ji ber hezazê 15 hewtik çêbûn
Wezîr Yerlîkaya: Ew ê destûr neyê dayîn ku li Taksîmê xwepêşan bê lidarxistin
Îsmaîl Henîyye bi nevîyên Mandela re hevdîtin kir
Rejîma siyonist êrîş bir li ser zarok û pîrekan: 22 şehîd