Sarieroglu: Em ê bibin taqîbkarê êrîşa ku li xwendekarên bi hîcab hatiye kirin

Alîkara Serokê Giştî yê AK Partîyê destnîşan kir, ew ê bibin taqîbkarê êrîşa ku li xwendekarên bi hîcab hatiye kirin.

Doh du qîzên xwendendekar ên bi hîcab ên ku li Karakoya Stenbolê dimeşîyan li rasta êrîşa pîrekeke ku dijminê Îslamê dike hatin. Heman pîreka êrîşkar li rawestgaha Marmaray Sîrkecî dîsa heqaretan li pîrekên bi hîcab kir û hewl da êrîşî wan bike.

Piştî ku dîmen li ser medyaya civakî hatin belavkirin re polêsan xebat dan destpêkirin. Di encama xebata ku hat kirin de pîreka ku ji Îslamê re dijmintî dikir hat binçavkirin.

Alîkara Serokê Giştî yê AK Partîyê Julîde Sarieroglu derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek da.

Sarieroglu di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew ê bibin taqîbkarê vê êrîşê û dû re wiha got: “Ez wê êrîşa ku li Karakoyê li xwendekarên me yên bi hîcab hatiye kirin şermezar dikim. Em ê bibin taqîbkarê vê êrîşê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne