Sembola fetha Cizîrê

Cizîr di sala 639an de di fermandarîya Iyaz Bîn Xanem de bêyî ku herb û şer bê kirin hat fetihkirin.

Dema ku sal 639an nîşan dida artêşên Îslamê Îran û Mezopotamya fetih kirin û fermandarê herêmê Îyaz Bîn Xanem ber bi Cizîrê ve hat û gelê Cizîrê dawetî Îslamê kir.

Gelê Cizîrê ya ku berî niha him ji cîranên xwe û him jî ji tacirên ku ber bi Bexdayê ve diçûn û dihatin bihîstibûn Îslamê dînê edalet û paqijîyê ye û ji bo însanan xelasî ye bêyî ku bi Mislimanan re şer bikin Îslamê qebûl kirin.

Ji ber vê yekê çawa ku gelê Cizîrê Îslamê qebûl kir dêra li Cizîrê wek camî hat guhartin û ev camî bû camîya ewil a herêmê.

Îmam Xatibê camîyê Murat Denlî derbarê mijarê de destnîşan kir Mizgefta Mezin a Cizîrê ji mêj ve ji bo gelek tiştan hatiye bikaranîn.

Denlî di axavtina xwe de weha got, “Bi zikir, dia, quran û îbadetan gelek alimên mezin li vê mizgeftê perwerde bûn. Ji ber ku ev der mekaneke dîrokî ye û him jî ji ber ku bi destê sehabîyan hatiye dîzaynkirin gelê Cizîrê qedr û qiymeteke mezin û zêde didin vê mizgeftê. Berî niha mehra kesên ku dizewicîn li vê derê dihat birîn. Dîsa ew kesên ku ji hecên vedigerîyan 3 rojan li vê mizgeftê radizan. Însan li vê derê dihatin ziyaretên wan. Ji xeynî vê yekê merasîmên mewlidê li vê derê dihatin tertîpkirin.”

Nivîskar û lêkolîner Abdulazîz Bîlge jî derbarê ehemmîyeta mizgefta dîrokî de balan kişand li ser wan alim û zanyarên ku ji vê mizgeftê derketine û got: “El Cezerîyê ku damezrînerê sîstema robotîk e li vê mizgeftê perwerdehî standiye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno