Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji nexweşiyên zêde yên sermayê jî êşa qolinc û piştê nê. Di zimanê tibê de ji êşa qolinc re “sendroma êşa miyofasiyal” tê gotin û wek nexweşiya herî zêde ya estî û ya îskelet tê nîşandan.
Pispor destnîşan dikin ku di nava muskileyan de cihên zirav hene ku êş bi pirranî li wan deran çêdibe û ev jî behtir di pişta mirov de xuya dike.
Li gor pisporan sedemên êşa piştê û êşa qolinc ev in:
1- Rûniştina şaş dibe sedemê êşa piştê. Dema mirov demeke dirêj xwar rûnê an jî pişta xwe nede kursiyê, mînderê an jî dîwar, giraniya laş dikeve ser estî û maskuleyan û êş destpê dike. Ger hereket neyê kirin û rûniştina şaş bidome êş zêde dibe.
2-Sermagirtin jî êşa qolinc û piştê çêdikin. Bi taybetî jî dema di razanê de mirov servekirî bimîne.
Ji bo bidawîanîna êşa qolinc jî pispor jimnastîka ne giran, spora sivik, rûniştina rast, berdewam tevgerê û masajê pêşniyar dikin û herwiha dibêjin ku serma jî sedemek êşê ye. Cihê ku mirov rûnê divê ne zêde hişk be û ne jî nerm be. Bilindbûn û nizimbûna cihê rûniştinê divê li gor meziniya laşê mirov be. Cihê ku mirov destê xwe deyne ser divê ne zêde nizim be û ne jî bilind be û pişt her tim di valahiyê de nemîne.