Serokatîya Ragihandinê: Îstîfaya Wezîrê me yê Karên Hundir nehatîye qebûlkirin

Ji teref Serokatîya Ragihandinê ve derheqê îstîfaya Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê Suleyman Soylu de daxuyanîyek hat dayîn û di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku, îstîfaya Soylu nehatiye qebûlkirin û ew ê wezîfeya xwe bidomîne.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Ragihandinê ve hat belavkirin de bal hatin kişandin li ser serkeftîyên Suleyman Soyluyê ku piştî teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê hat anîn wezîfeya Wezareta Karên Hundir û hat destnîşankirin: “ Birêz Wezîrê me ji Serokomarê me re pêşkêş kir û Serokomarê me jê re got ku li gorî wî ev qerar ne munasîb e. Pêşkêşkirina îstîfayê taqdîra xwedîyê wî meqamî ye;lê belê qerara dawî ya Serokomarê me ye. Îstîfaya Wezîrê me yê Karên Hundir nehatiye qebûlkirin û ew ê wezîfeya xwe bidomîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne