Serokê Bajara Stenbolê yê HUDA PARê ji binçavkirina Mufîd Yuksel re bertek nîşan da

Elîbuyuk destnîşan kir “Min ni Mufîd Xoce re xeber da û min xemgînîyên xwe anî zimên.Ji bo bi mijarê re eleqedar bibin me parêzerên xwe yên partîyê şand edlîyê.”

Sosyolog û Nivîskar Mufîd Yuksel di serdegirtina ku doh êvarî li mala wî hat kirin de hat binçavkirin. Yuksel di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kiribû “ Nîvê şevê polêsan di ser mala min de girtin. Sedemek ji min re diyar nekirin û ez birim qereqolê.Cara ewil ez li rasta tiştekî wisa nehatim.Îhtîmaleke mezin ji ber doza ku ÎYÎ Partî vekiriye hatine.”

Serokê Bajara Stenbolê yê HUDA PARê Elîbuyuk ji binçavkirina Mufîd Yuksel re bertek nîşan da û derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Elîbuyuk di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Min ni Mufîd Xoce re xeber da û min xemgînîyên xwe anî zimên.Ji bo bi mijarê re eleqedar bibin me parêzerên xwe yên partîyê şand edlîyê. Rewşeke nebaş e, divê ne wisa bana… Cardin ez dixwazim bibêjim Xweda bixe kefaret.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne