Serokê Bajêr ê Amedê yê HÜDA PARê Zeynul Abîdîn Gülsever: Divê dawî li dîmenên neguncaw ên li mizgeftên dîrokî were anîn

Serokê Bajêr ê Amedê yê HÜDA PARê Zeynul Abîdîn Gülsever diyar kir ku li mizgeftên dîrokî yên Amedê, lixwekirin û tevgerên li dijî edeba îbadetê nayên qebûlkirin û bang li rayedaran kir ku bêyî derengbikevin tedbîrên pêwîst bigirin.

"Serokê Bajêr ê Amedê yê HÜDA PARê Gülsever diyar kir ku li serî de Mizgefta Mezin a Amedê (Ulu Camii) û Mizgefta Hezretî Silêman, li gelek perestgehên (mabed) xwedî girîngiya dîrokî û manewî, hinek ziyaretvan bi kinc û tevgerên ku li gora edeba cihên îbadetê nayên tevdigerin; wî da zanîn ku ev rewş hem dibe sedema bertekên welatiyan hem jî bandoreke neyînî li ser hawîrdora îbadetê dike.

Gülsever ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bang kir ku li ber deriyên mizgeftan kincên guncaw ji bo ziyaretvanan bên dabînkirin û tedbîrên pêwîst bêyî ku dem winda bibe bên cîbicîkirin.

'Bi şêwazekî nîv-rût li hewş an jî di hundirê mizgeftê de, dema ku millet nimêj dike di ber wan re derbas dibin û digerin'

Gülsever da zanîn ku Amed bajarekî qedîm e ku bi pêxember û sehabeyan tê naskirin û bi taybetî Mizgefta Mezin a Amedê û Mizgefta Hezretî Silêman navendên girîng ên îbadet û ziyaretê ne û weha got: 'Mixabin tevî ku em bi salan e tînin ziman û bi dehan caran dibêjin jî, em rûbirûyê pirsgirêkeke wisa ne ku nayê cîbicîkirin. Ev pirsgirêk bi berdewamî digihêje partiya me jî. Gelê me vê pirsgirêkê tîne ber destê me. Dibêjin ku di van mizgeft û perestgehên me de, mirov guh nadin qaîde û rêzikan û tên li wir digerin. Yanî jin di rewşeke wisa de ne ku mirov dikare bibêje nîv-rût in; hema hema bi wan kincên ku dê li deryayê an jî li plajê li xwe bikin tên hewşa mizgeftê, di hundirê mizgeftê de dema ku millet nimêj dike di ber wan re derbas dibin û digerin, ev yek jî dibe sedema bertekan.'

'Berteka gelê me mezin e'

Gülsever diyar kir ku sepana tesettûrê ya ku li perestgehên wekî Ayasofyayê tê cîbicîkirin dikare li Amedê jî were kirin û ev tişt anî ziman: 'Car caran hinek kes ji gel midaxaleyî wan dikin. Dema midaxale dikin jî pêvajoyeke hiqûqî dest pê dike. Kesê midaxale dike wek sûcdar tê dîtin. Ev şaş e. Divê tavilê dest ji vê sepanê were berdan. Binêrin, li her derê cîhanê û li Tirkiyeya me, herin Ayasofya û Sultanahmet a Stenbolê; ev sepan heye. Sepan çi ye? Li ber derî laçik (serpêş), kinc û etek hatine dayîn. Kesên ku diçin wan li xwe dikin. Em nabêjin bira neyên û negerin. Bira werin, bigerin, wêneyên xwe bikişînin. Vê dera dîrokî û vê hewaya manewî hilm bikin (bên bikin). Ev der mekandekî manewî ye. Harem-i Şerif a Pêncan e. Cihê ku sehabeyên pîroz lê medfûn in (veşartî ne) e. Mixabin li Ameda me ev yek qet nayê cîbicîkirin. Berteka mezin a gelê me heye, berteka me jî heye. Ji bo vê yekê çi ji destê me bê, em ê bikin inşallah.'

"Mîna li Ayasofyayê, li ber deriyên mizgeftan ji aliyê wezifedaran ve hişyariya tesettûrê bandorê li turîzmê nake"

Gülsever diyar kir ku ew tevli wan nirxandinên ku dibêjin ev sepandin dê bandoreke neyînî li turîzmê bike nabe; destnîşan kir ku li cihên dîrokî û manevî pabendbûna bi qaîdeyan dê ezmûna ziyaretê ne bi neyînî, berevajî wê hîn watedartir bike û wiha got:

"Dibêjin ku heke em vê sepandinê, yanî sepandineke derbarê tesettûrê de bînin, turîst nayên van deran. Nexêr canim, qet eleqeya xwe pê re tune ye. Gelo turîst naçin Ayasofyayê? Naçin Sultanahmetê? An jî li cihanên cuda yên cîhanê, çi dêr, çi perestgeh, çi mizgeft û cihên dîrokî bin, bi heman sepandinê naçinê? Diçin. Û heta hîn bêtir bi dilê wan dibe. Dema ku ew dikevin nava wê tesettûrê, di nava wan de atmosfereke manevî ava dibe. Ji bo çi van deran digerin? Tenê ji bo dîtina kevirên dîrokî, an ji bo hîskirina vê hewaya manevî? Em dixwazin ku mirovên me bên û vê hewaya manevî hîs bikin. Bêguman eleqeya vê bi turîzmê re, yan jî bi astengkirina turîzmê re tune ye. Yek ji wan kesên ku ji bo zêdekirina turîzma Amedê hewla herî mezin dide ez im. Ez bi berdewamî li her derê vê yekê vedibêjim. Ev yek, ne bi wê re eleqedar e."

Gülsever da zanîn ku bi taybetî turîstên navxweyî bi kincên neguncaw li mizgeftên dîrokî digerin; bang li îdariya mûlkî (walîtî/qeymeqamî), saziyên peywendîdar û weqfan kir ku sererastkirinên pêwîst bikin û destnîşan kir ku divê ew tedbîrên ku dê rê li ber rûbirûbûna kesên îbadet dikin û yên ziyaretvanan bigire, demildest werin sepandin.

"Divê di demekî nêz de ji vê pirsgirêkê re çareyek were dîtin"

Gülsever, herî dawî ev tişt anîn ziman:

"Ez ji vir bang li rayedaran jî dikim. Binêrin, min gelek caran ji we re got. Me ji amîrên mûlkî re got, me ji Serokatiya Karên Diyanetê re got, me ji Midûriyeta Weqfan re got û em dîsa û dîsa dibêjin. Di demekî nêz de ji bo vê yekê çareyek were dîtin. Çareya wê jî pir hêsan e. Dê yek-du nobedaran deynin wir û kincên xweş deynin wan deran. Heke ji bo vê yekê sponsor hewce bike, em jî bibînin.

Ev sepandin divê demildest bikeve meriyetê. Nexwe, helwestên bi bertek ên hin kesan, hin ciwanan, hin misilmanan an jî yên ku nimêj dikin û îbadet dikin dê bibe sedema pirsgirêkên hiqûqî û dê Amedê hîn xerabtir bidin naskirin. Ji bo ku rê li ber van neyê vekirin, divê di demekî nêz de destwerdan li vê yekê were kirin û em ê jî bibin şopînerê vê yekê înşallah.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Raya Sêrt-Qurtalan de, otomobilo ke pıra da cı, camêrdê kokım wefat kerd
Ji HÜDA PARê ji bo malbata wî xortê ku cenazeyê wî li Çewligê di Çemê Sarimê hat dîtin serdana sersaxiyê
Berhemê berekeddar, liv û tevger anî bazara hububatê
Ji operasyonên ku beriya Civîna Bilind a NATOyê hatine lidarxistin re bertek nîşan da
Serokê navçeya CHPê ya Çinguşê a Dîyarbekirê esrarê çand