Serokê Dewleta Bolîvyayê îstîfa kir

Evo Moralesê Serokê Dewleta Bolîvyayê ji wezîfa xwe îstîfa kir.

Hat ragihandin Evo Moralesê Serokê Dewleta Bolîvyayê ji ber xwepêşanên ku li welêt berdewam dikin ji wezîfa xwe îstîfa kir.

Morales derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Morales di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ji ber ku Williams Kalimanê Serokê Sererkanîyê jê xwestiye îstîfa bike ew jî ji bo tesîskirina aştîyê ya li welêt dev ji wezîfeya xwe ya serokatîyê berdaye. Morales di daxuyanîya xwe ya ku di televîzyonê de da bang li xwepêşandêran kir û wiha got: “Êdî dev ji wan êrîşên ku hûn dibin li ser birayên xwe û şewitandin û talanê berdin.”

Morales di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, êrîş li mala wî hatiye kirin û derheqê wî de qerara binçavkirinê hatiye dayîn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ew ê li welêt ji nû ve hilbijartin bê kirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne