Serokê Giştî yê berê yê Partîya Saadetê Ahmet Tekdal wefat kir

Ahmet Tekdalê Serokê Giştî yê berê yê Partîya Saadetê û endamê damezrîner ê partîyê bû li Enqerê wefat kir.

Hat ragihandin nimêja cinazê ya Ahmet Tekdalê ku çû rehma Xwedê dê piştî nimêja esrê li Mizgefta Haci Bayram Velî bê edakirin û dê piştî merasîma cenazê li Goristana Golbaşiyê bê definkirin.

Fatîh Erbakê Serokê Giştî yê Partîya Yenîden Refah û Temel Karamollaogluyê Serokê Giştî yê Partîya Saadetê ji ber wefata Tekdalî li ser medyaya civakî daxuyanî belav kirin û ji bo Tekdalî rehmet teleb kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne