Serokê Giştî yê HUDA PARê ji bo mîtîngên Qudsê banga beşdarbûnê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê ji bo mîtînga ku dê li Diyarbekirê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve û li Sakaryayê ji terefYeniden Refah Partisi ve û li Stenbolê jî ji teref Saadet Partisi ve bê tertîpkirin banga beşdarbûnê kir.

“Li ser rûyê erdê mescîdê duyemîn a ku ji bo îbadetê hatiye înşakirin Mescîda Eqsa ye”

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir Quds meseleya hevpar a ummetê ye û dû re wiha got: “Dema ku em qala Quds û Mescîda Eqsayê dikin em qala mescîdeke ji rêzê û erdnigarîyeke Îslamê nakin. Li ser rûyê erdê mescîdê duyemîn a ku ji bo îbadetê hatiye înşakirin Mescîda Eqsa ye.  Bi heman awayî ji bo îbadetê, nimêjê, seferê mescîda sêyemîn e. Em bi vî çavî li Quds û Mescîda Eqsayê mêze dikin. Ev yek bes ne doza Filistînîyan e, doza hevpar a Filistînîyan e. Ji ber vê yekê her kî ji bo meseleya Quds û Mescîda Eqsayê bixebite ew ê ji bo ummetê xizmetê baş û xweş bike.”

 “Quds ji bo Mislimanan muhabbeta hevpar e”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li dijî wan kesên ku heqaretan nirxên Mislimanan dikin beşdarbûna mîtîngan gava ewil a avêtinê ye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em ê derkevin kolanan û wan kesan telîn bikin. Belê dibe ku ev yek ne bes be. Lê belê ev yek jî gavek e. Em ê li dijî wan kesên ku heqaretan li Mislimanan dikin, li dijî wan komên ku îxanetî Mislimanan dikin vê yekê biqêrînin: Ummet dê qetîyen qebûl neke ku Mescîda Eqsa û Quds di bin pîyên siyonîstan de bieciqe.Em ê bi vê wesîleya mîtîngan vê peyamê bidin dinyayê û em ê ji her derê cîhanê biqêrînin ku Quds, muhabbeta hevpar a Mislimanan e. Ji ber vê yekê ez dixwazim ku gelê me beşdarî mîtîngên ku dê li Diyarbekir, Sakarya û Stenbolê bên tertîpkirin bibin.  Em dixwazin ku biqêrînin Quds hezkirin û muhabbeta hevpar a Mislimanan e. Em ji temamê gelê xwe dixwazin ku qadan tije bikin û planên îşxalê bi dengekî gur telîn bikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e