Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî: Ew ê Helepçe tu carî neyê jibîrkirin

Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanîdi daxuyanîya ku ji ber salvegera qetlîama Helepçê belav kir de destnîşan kir ew ê Helepçe tu carî neyê jibîrkirin.

Barzanî di peyama xwe ya ku ji ber salvegera 32emîn a Qetlîama Helepçê weşand de destnîşan kir “Ew êrîşa kimyewî ya ku li hember Helepçê hat kirin xelekeke wê zincîra felaket û sûcên ku ji teref dijminan ve ji bo ji holê rakirin gelê Kurdistanê hatibû destpêkirin e.”

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Helepçe di bedena gelê Kurdistanê de birîneke xedar e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ew ê ev yek qetîyen neyê jibîrkirin. Ji ber mezlûmîyet û qurbaên ku şehîd Helepçe da, dinyayê êş û elama gelê Kurdistanê fam kir.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne