Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermanderê Hêzê Asmanîya Iraqê kir

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Şehab Cahid Zengene Fermanderê Hêzê Asmaniya Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi helkefta bilindbûna pile û destbikarbûna wî ya wekî Fermanderê Hêzê Asmaniya Iraqê, pîrozbahiyê lê kir û hêviya serkeftinê li erk û posta wî ya nû da xwest.

Barzanî tekez li ser rola artêşa Iraqê wekî artêşeke niştimanî ya parêzgerî û berevanîkirina li welat û rûbirûbûna terorê kir û bîranîna sed saliya damezrandinê li artêşê pîroz kir.

Şehab Cahid Zengene Fermanderê Hêzê Asmaniya Iraqê, ji bo pêşwazîkirinê spas û pêzanînên xwe ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e