Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê hevdîtin kirin

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê û Jean-Yves Le Drianê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Hewlêrê hevdîtinek kirin.

Jean-Yves Le Drianê ku doh êvarî hat Hewlêrê li Balafirgeha Hewlêrê ya Navneteweyî ji teref Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabînê, Serokê Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê Fewzî Harîrî û Midûrê Ofîsê Pêwendîyên Derve yê Kurdistanê Sefîn Dîzayî ve hat pêşîwazîkirin.

Le Drianê ku hat Hewlerê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kir.

Di hevdîtinên ku hatin kirin pêwendîyên dualî hatin nirxandin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê, otomobîlek li peyayekî qelibî û peya mir
Kesekî li Qosera Mêrdînê dema ku klîma saz dikir ji qata duyemîn ket xwarê û birîndar bû
Li Çewlikê konferansek bi navê "Hişmendiya Fetihê û Sê Mehên Pîroz" hate lidarxistin
Li Meletiyê qezaya pat patê: 3 birîndar
5 kes mirin û kesek jî birîndar bû