Serokê Parlamentoya Kuweytê plana qaşo ya aştîyê ya Amerîkaya îşxalker avêt çopê

Di danezana bidawîbûnê ya Yekîtîya Parlamentoyên Ereban a 30emîn a ku li Urdunê hat lidarxistin de ji ber ku meseleya Filistînê bi şikleke edilane nayê çareserkirin nerazîbûn hat nîşandan.

Hat ragihandin di danezana bidawîbûnê ya Yekîtîya Parlamentoyên Ereban a 30emîn a ku li Urdunê hat lidarxistin de ji ber ku meseleya Filistînê bi şikleke edilane nayê çareserkirin nerazîbûn hat nîşandan. Serokê Parlamentoya Kuweytê Merzuk Alî el-Ganîm plana qaşo ya aştîyê ya Amerîkayê avêt çopê.

Merzuk el Ganîm di civîna bi navê “Ev yek doza Mislimanan û Ereban e. Divê em ji birayên xwe yên Filistînî re di doza wan a heqdar de bibin alîkar” de axavtinek kir.

Ganîm di axavtina xwe de diyar kir “Ew plana qaşo a aştîyê mirî hatiye dinyayê, hezar hikûmet jî werin nikarin vê bazar bikin. Cihê wan kaxizên ku bi navê Peymana Sedsalê tê binavkirin û li ser navê Mislimanan û Ereban hatiye amadekirin çopa dîrokê ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne