Serokomar Erdogan dê Alîkarê Serokê Amerîkayê li Beştepeyê qebûl bike

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ew ê îro Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence li Beştepê qebûl bike.

Hat ragihandin ew ê Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo ji bo operasyona ku li hember rojhilata Feradê hatiye destpêkirin gotûbêj bikin werin Enqerê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence di seat 14.30î de li Beştepeyê bi Serokomar Erdogan re hevdîtinê bike.

Mîke Penceyê Alîkarê Serokê Amerîkayê digel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo, Şewirmendê Ewlehîyê ya Neteweyî yê Qesra Spî Robert O'Brien û Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê James Jeffrey hatin Tirkîyê û bi Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin, Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê Hulusî Akar re hevdîtin kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”