Serokomarê Îranê ji gelê Amerîkayê re peyama corona vîrusê da

Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranêdi daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Ew mueyyîdeyên Amerîka yên li ser Îranê di warê micadeleya li dijî corona vîrusê de ji gelê Îranê re dibin asteng û dibin sedem ku welatîyên me canê xwe ji dest bidin.”

Rûhanî di berdewama peyama xwe de diyar kir corona vîrus dijminek hevpar e û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Em însan dixwazin wê corona vîrusa ku dijminê me  yê hevpar e têk bibin. Divê êdî gelê Amerîkayê ji hikûmetên xwe hisabê bipirsin. Destûr nedin ku dîroka Amerîkayê qirêjtir bibe. Hereketkirina li gorî qanûnên navneteweyî û mafên însanan, him li feydeya gelê Amerîka û him jî li feydeya gelê me ye.Vê zanibin ku ew ê neslên werin ji wan tiştên ku hikûmetên we kirine we bi xwe mesûl bigirin.Mixabin heta niha temamê gelên dinyayê derheqê Amerîka de baş nafikirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, qamyonek li lembeyên trafîkê li otomobîlekê qelibî.
Li Çinarê agir bi dorsa qamyonekê ket
Salvegera 13emîn a HÜDA PARê li bajarê Dîyarbekirê bi coş hat pîrozkirin
Li ser rêya gundê Qîlwa yê Çinarê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn.
Werin em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin