Serokomarê Îranê Rûhanî ji Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî re bertek nîşan da

Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê derbarê lihevkirina ku di navbera siyonîstan û Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî de hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Rûhanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Bila Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî hişê xwe bidê serê xwe û bila zanibe ku hareketeke xaîn a mezin dike. Em hişyarî li Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî dikin ji bo li herêmê pêşîya rejîma siyonîst veneke. Heke vê yekê bike em ê bi şikleke din helwestekê nîşanî wan bidin.”

Ruhanî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir rejîma siyonîst ê îşxalker îşxala li ser axên Filistînê didomîne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Rejîma îşxalê cinayetên xwe yên li hember gelê Filistînê didomîne.Lê Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî pê re peymaneke dike ku em di vî warî de îqazê li wan dikin da ku ji vê xeletîyê vegerin; lewra ev xeta û rêya ku tê de ne dê ne feyde bide wan ne jî ew kesên ku bi wan bawer in. Bila Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî hişê xwe bide serê xwe û bila zanibe ku hareketeke xaîn a mezin dike.Em hişyarî li Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî dikin ji bo li herêmê pêşîya rejîma siyonîst veneke. Heke vê yekê bike em ê bi şikleke din helwestekê nîşanî wan bidin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e