Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh pêşwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê Maxim Maximov kir.

Di civînê de peywendiyên Rûsya û Herêma Kurdistamê û rewşa Iraq û herêmê hat gotûbêjkirin û tekezî li pêşvebirin û bihêzkirina zêdetir a peywendiyan û bi taybetî veberhênan û danûstandinên bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir û tekez kir ku nabe mijara mûçe û mafên darayî yên Herêmê, bibe karteke zextê ji bo sizakirina xelkê Kurdistanê. Herwiha eşkere kir ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya gotûbêjan û li ser bingeha destûrê.

Barzanî her wiha amaje bi girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir ji bo asayîkirina rewşa deverê, da ku ew dever were avakirin û aware vegerin cih û warên xwe.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne