Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî banga yekîtî û bihevrebûnê kir

Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derheqê gengeş û bûyerên ku di van rojên dawî de pêk hatin de daxuyanîyek belav kir.

Barzanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Em ne dijber in ku memûr û karker heqên xwe bigerin” û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Ez ji ber zehmetîya ku li Herêma Kurdistanê karker û memûr dikînin xemgînîyên xwe tînim zimên. Encax divê bê pirsîn gelo li Silêmanîyê û Helepçê rû dan û tê de serî li tundîyê hat dayîn bi niyeta lêgerîna heqê dest pê kirin? Ev bûyerên tundîyê ne ji gelê Kurdistanê re û ne jî heqên meşrû yên gel re xizmet dike.Wek wan salên borî ger em her tim deyn bistînin ew ê ev deyn çawa bên dayîn? Ji bo ku difşên piştî me nekevin nava zehmetîyan em hewl didin da ku çareserîyek bê dîtin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Erşîrkerdo ke lîseya Sêwrege de bi sîlihan 16 kesî birîndar kerdibi, xo kîşt
Ji İTTİHADUL ULEMAyê daxuyaniya piştgiriyê bo çalakiya Mewlûda Nebî
16 kes birîndar bûn
Ji qeşaya çandiniyê, berf û bahozên tozê haydar bin
Çûndina Mekkeyê beriya hecê bi destûrê ve hat girêdan