Serwîsa xwendekaran qeza kir: 2 mirî 11 birîndar

Li Colemêrgê serwîsa xwendekaran gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Colemêrgê serwîsa xwendekaran gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Qeza li gundê Ogula ku 20 kîlometre ji Colemêrgê dû re pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin serwîsa xwendekaran a ku ajokarê wê Cemîl T. Bû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn gindirî şarampolê.

Di encama qezaya ku pêk hat de şofêr canê xwe ji dest da û 10 jê xwendekar tevde 11 kes birîndar bûn. Kesekî ku qezayê dît çû hawara wan û hewl da ku alîkarîya wan bike. Fehîme T.ya ku dikir ji wan re bibe alîkarî bike bi ceyranê ve ma û canê xwe ji dest da.

Xwendekarên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da