Şewata daristanê ya li Êlihê nikare bê tefandin

Li Akçakişlaya gundê girêdayê Hezoya Êlihê şewata ku di wextên şeveqê de li herêma daristanî de derket nikare bê tefandin.

Hat ragihandin li Akçakişlaya gundê girêdayê Hezoya Êlihê şewata ku di wextên şeveqê de li herêma daristanî de derket nikare bê tefandin.

Mixtarê gund Mehmet Sarçin derbarê mijarê de daxuyanî da ÎLKHAyê. Sarçin di daxuyanîya ku da destnîşan kir li herêma daristanî ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn derdora seat 10.00an de şewat derket.

Sarçin di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, çawa ku ew ji agir haydar bûne xeber dane îtfaîyê û ew jî digel îtfaîyê hewl dane da ku şewat bê tefandin. Sarçin dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji bo şewat bê tefandin me ji rayedaran helîkopter teleb kir, lê belê ji me re gotin ku li herêmê helîkopter tune ye. Ger mudaxele li êgir neyê kirin ew ê herêmeke gelekî mezin bişewite.”

Sarçin di dawîya axavtina xwe de diyar kir ji ber şewatên ku di van du mehên dawî de li herêmê derketin gelek dar şewitîn û gelek heywan jî telef bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”