Şêx Îkrîme Sabrî: " Bêdengîya me ya li dijî zilmê xirsa îşxalê ya siyonîstan zêde dike"

Şêx Îkrîme Sabrîyê miftîyê berê yê Quds-Filistnînê destnîşan kir, bêdengîya ummeta Îslamê ya li dijî zilmê xirsa îşxalê ya siyonîstan zêde dike.

Îkrîme di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir "Divê em siyonîstên îşxalker bidin sekinandin.Ev yek bes bi pêwendîyên dîplomatîk ne mimkûn e.Divê Filistînî digel temamê astengkirinên ku tên kirin girêdayî Mescîda Eqsayê bin. Divê temamê Filistînîyan di her wextî de li hewşa Mescîda Eqsayê bin û li dijî êrîşên siyonîstên îşxalker Mescîda Eqsayê muhafeze bikin."

Îkrîme di berdewama axavtina xwe de diyar kir  rejîma siyonîst şênîyên Cihû tahrîq dike da ku di ser Mescîda Eqsayê de serdegirtinan bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Her wisa rejîma îşxalê Misliman ji herêma Babur-Rahmeyê dûr dixe ku ev der muhîmtirîn têketina Mescîda Eqsayê ye. Di van rojên dawî de muhafizên ku girêdayê Daîreya Weqfan in ji teref siyonîstan ve tên desteserkirin.Ji bo ku ew muhafiz karibin Mescîda Eqsayê muhafeze bikin divê ji wan re wesfê destnedayînê bê dayîn."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye