Şêx Zakzakî hat naqilkirin Girtîgeha Kaduna

Lîderê Harekata Îslamî yê Nîjeryayê Şêx Îbrahîm Zakzakî û Zeenat Zakzakîya xanima wî ji wî cihê ku lê dihatin binçavkirin, hatin neqilkirin Girtîgeha Kaduna.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Mahkemeya Bilind a Kadunayê îddîa kir ew cihê ku Lîderê Harekata Îslamî yê Nîjeryayê Şêx Îbrahîm Zakzakî û Zeenat Zakzakîya xanima wî ji wî cihê ku lê dihatin binçavkirin, ji bo tenduristîya Şêx Zakzakî nebaş e û wanan neqlî Girtîgeha Kadunayê kir.

Yahya Muhammed Sojeyê Koordînatorê Medyayê yê Harekata Îslamî yê Nîjeryayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Yahya di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, gelek nexweşî bi Zakzakî re hene û şert û mercên girtîgehê ji bo wî nabin. Yahya dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: " Pêdivîya Şêx Îbrahîm Zakzakî û Zeenat Zakzakîya xanima wî ji dermankirina bi lez re heye."

Harekata Îslamî yê Nîjeryayê jî derbarê mijarê de danezanek belav kir. Di danezana ku hat belavkirin de ji rewşê re bertek hat nîşandan û hat xwestin ku Şêx Îbrahîm Zakzakî û Zeenat Zakzakîya xanima wî zû bên berdan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne