Şexsê ku 13 kesan kuştibû piştî 22 salan hat girtin

Şexsê ku li Diyarbekirê 13 kesan kuştibû û 3 kesan jî birîndar kiribû piştî 22 salan hat girtin.

Berî vê 22 salan li Çermîka navçeya Diyarbekirê ji ber pevçûn û lihevnekirina ku di navbera 2 malbatan de derketibû di dîrokên cûda de 13 kes hatibûn kuştin û 3 kes jî birîndar bûbû. Kesê ku bersûcê qetilkirina 13 kesan û birîndarkirina 3 kesan bû ev bû 22 sal dihat lêgerîn hat girtin.

Derbarê mijarê ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; bersûcê bi navê K.Î. yê ku bi kuştina 13 kesan û birîndar kirina 3 kesan re têkilîya wî hebû di encama îxbara ku hat kirin de operasyon hat lidarxistin kesê bersûc li Çalitepeya gundê girêdayê Çermîka Diyarbekirê hat binçavkirin.

ÎLKHA






İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne