Siyonîstên îşxalker cara 170emîn gundê El-Araqîbê xera kirin

Siyonîstên îşxalker û terorîst kon û wargehên gundê El-Araqîba ku li herêma En-Naqaba ku ji teref îşxalê ve bi şikleke fermî nayê naskirin, cara 170emîn xera kirin.

Hat ragihandin siyonîstên îşxalker û terorîst kon û wargehên gundê El-Araqîba ku li herêma En-Naqaba ku ji teref îşxalê ve bi şikleke fermî nayê naskirin, cara 170emîn xera kirin.

Serokê Komîteya Gel a Parastina El-Araqîbê Ehmed Xelîl Et-Turî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Ehmed di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, siyonîstên terorîst ehlê gundê sûcdar dikin û zextan li wan dikin da ku gundî terka gundê xwe bikin.

Ehmed di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, siyonîst her çi qas zext û zordarîyan li wan bikin da ku gund bê belavkirin ew ê dîsa li gundê xwe bimînin û terka wê nekin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne