Soylu: "Li Tirkîyê heyat ji sedî 80 sekinî, 12 gund û bajarok di karantînayêde ne"

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî bû de destnîşan kir ji ber Coronavîrus’ê li Tirkîyê heyat ji sedî 80 sekinî, 12 gund û bajarok di karantînayê de ne.

Soylu di nirxandina ku kir de destnîşan kir li Rîzeyê bajarokek û 4 gundên nêzî hatine xistin karantînayê ku ev ne karantînaya ewil e.

Soylu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew di bergeha micadeleya li dijî Coronavîrus’ê de temamê tedbîran distînin ku ew bi bangewazîyên ku bi wasitaya polêsan dikin ji welatîyan dixwazin ku di malên xwe de bimînin. Soylu dû re wiha got: “ Ew ê seyahatên navbajêran bên sînordarkirin û ew ê cihên geşt û gerê û seyranê jî bên qedexekirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne