Stoltenberg: Em ê bersivê bidin êrîşan

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg destnîşan kir, ger êrîşek li Polonya an jî welatekî Baltikê bê kirin em ê bersivê bidin wê êrîşê.

Ji teref Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ve daxuyanîyek hat dayîn. Stoltenberg di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, lîsteyeke dijminan a NATOyê tune ye lê belê ger êrîşek bê kirin ew ê bersivê bidin vê êrîşê û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em bi saxiya hebûna hêzên NATO yên li Polonya û li welatên Baltikê peyameke bi hêz didin Rûsyayê. Ger êrîşek li Polonya an jî welatekî Baltikê bê kirin ew ê temamê tifaqê bersivê bide wê êrîşê.”

Serokomar Erdogan îro berî ku biçe Londrayê destnîşan kiribû “Ger NATO di warê rêxistinên terorê de destekê nede Tirkîyê, ew ê ji wê rapora parastina Polonya û welatên Baltikê ya ku ji teref NATOyê ve hatiye amadekirin re dijberîyê bikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn