Tahlîyeya wekîlê HDPyî yê ku gotibû “PKK dikarebi tifa xwe we bixeniqîne” hat redkirin

Qerara tahlîyê ya Abdullah Zeydanê weklîlê berê yê HDPyî hat redkirin.

Hat ragihandin qerara tahlîyê ya Abdullah Zeydanê wekîlê berê yê HDPyî yê ku gotibû “PKK dikare  bi tifa xwe we bixeniqîne” hat redkirin.

Doh derbarê  Abdullah Zeydanê wekîlê berê yê HDPyî de qerara tahlîyê hatibû dayîn. Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê ji vê qerara tahlîyê re îtîraz kir.

Mahkemeya Cezayê ya 5emîn a Diyarbekirê îtîraza serdozgerîyê nirxand û qerar da ku Zeydan neyê tahlîyekirin û di girtîgehê de bimîne.

Di fezlekeya ku derheqê Zeydanê HDPyî de hatibû amadekirin de hatêibû diyarkirin “ propagandaya rêxistina terorê kiriye, di wê meşa protestoyê ya ku di 26ê Tîrmehê de bi hinceta êrîşên asîmanî yên ku ji teref TSKyê ve li dijî PKKê hatibûn destpêkirin de hatibû lidarxistin de gotiye ‘PKK dikare bi tifa xwe we bixeniqîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne