Talîban li Efxanistanê ji ber îdê agirbest îlan kir

Talîbanê heta Îda Remezanê bi dawî bibe bi hikûmeta Efxanistanê re agirbest îlan kir.

Derbarê agirbesta ku hat îlankirin de ji teref Berdevkê Talîbanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Zabîullah Mucahîdê Berdevkê Talîbanê di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, ji bo gel îdeke bi aramî derbas bikin ew talîmat dane endamên xwe da ku ewlehî û tedbîrên pêwîst bên standin.

Mucahîd di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ger êrîşek di vê pêvajoyê de li wan bê kirin ew ê bi şikleke munasîb bersiva vê êrîşê bidin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Min ferman da Hêzên Ewlehîyê û Parastina Neteweyî da ku heta 3 rojan agirbest îlan bikin û bes dema ku êrîş li wan hat kirin bersiv bidine êrîşan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin