Tankêra Îranê ya ku li Cebelîtarikê hatibû destserkirin hat berdan

Birêveberîya Cebelîtarika ku girêdayê Îngîlterê ye tankêra Îranê ya neftê ya ku bi teleba Wezareta Edaletê ya Amerîka hatibû desteserkirin serbest berda.

Di 4ê Tîrmehê de tankêra neftê ya bi navê “Grace 1” a ku aîdî Îranê bû ji teref birêveberîya Cebelîtarik ve hatibû desteserkirin. Piştî ku demek ji ser desteserkirinê derbas bûbû kaptan û 3 murettebatê keştîyê hatibûn berdan.

Piştî van geşedanên dawî yên ku pêk hatin re derket holê ku birêveberîya Cebelîtarika ku girêdayê Îngîlterê ye tankêra Îranê ya neftê ya ku bi teleba Wezareta Edaletê ya Amerîka hatibû desteserkirin serbest berda.

Ji ber ku tankêra Îranê hatibû destserkirin ji teref Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê ve hatibû diyarkirin ger keştîya wan neyê berdan ew ê bersivê bidin vê hamleya wan ku artêş di 19ê Tîrmehê de li  Tengava Hurmuzê dest danîbû li ser keştîya neftê ya Îngîltereyê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn
Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê gihîşt 8 kesan