Ji ber ku di hewaya germ de xwarin zûtir xira dibin, qadên karanîna hevpar qerebalîg dibin û bi têra xwe guh nadin qaîdeyên hîjyenê, ev yek dikare bibe sedem ku enfeksiyonên cûrbecûr derkevin holê.
Pisporê Gastroenterolojiyê Doç. Dr. Halil Genç diyar kir ku beşeke mezin a enfeksiyonên mîde û rûvîyan ên ku di mehên havînê de tên dîtin mirov dikare bi tedbîrên hêsan kêm bike û derbarê mijarê de agahî dan.
Çima di mehên havînê de rîska enfeksiyonê zêde dibe?
Genç da zanîn ku şert û mercên hewaya germ hêsan dike ku gelek bakterî û mîkroorganîzma zêde bibin û weha got: "Goşt, mirîşk, berhemên şîr û berhemên deryayê yên ku di şert û mercên guncav de nayێن parastin jî dikarin bibine sedema enfeksiyonên cûrbecûr ên ji ber xwarinê. Li gel vê yekê, hewz, parkên avê û qadên karanîna hevpar jî ji bo belavbûna hinek enfeksiyonan rîskê çêdikin."
Genç ev îfade bikaranîn: "Enfeksiyonên mîde û rûvîyan ên ku di heyama havînê de tên dîtin, piranî xwe bi nîşanên wekî zikçûn (îshal), êşa zik, dilsustbûn (Lihevketina mîdê), verşîn, bêhalî û tayê nîşan didin. Tevî ku giraniya gileyiyan (şikayetan) ji kesan dikişîne ser kesan û diguhere jî, divê di zarokan, kesên temenmezin û kesên ku sîstema wan a parastina laş lawaz e de bêtir baldarî were nîşandan."
Daqudandina (yutmak) ava hewzê dikare rîska enfeksiyonê zêde bike
Genç bal kişand ser wê yekê ku her çend paqijkirina bi rêkûpêk a hewzan û dermanberkirina (dezenfekte) wan a bi awayekî guncav di nav faktorên giring de ne ku rîska enfeksiyonê kêm dikin jî, tu hewz bi temamî bêrîsk nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku daqudandina ne bi daxwazî ya ava hewzê dikare bibe sedema vegirtina hinek enfeksiyonên rûvîyan.
Genç weha got: "Ji ber ku zarok di hewzan de demeke dirêjtir derbas dikin û meyla wan a daqudandina avê bêtir e, giring e ku malbat di vê mijarê de baldar bin. Kesên ku zikçûn, dilsustbûn an jî nîşeyên enfeksiyona aktîf bi wan re hene hewzên hevpar bikar neynin, hem ji bo tendurustiya wan bixwe hem jî ji bo tendurustiya civakê giring e."
Li bufeyên vekirî û seyrangehan (piknik) divê mirov balê bide çi?
Genç bal kişand ser wê yekê ku bufeyên vekirî û şahiyên li dervatî malê ku yek ji daxwazên herî pêşîn ên tatîlên havînê ne, dema ku qaîdeyên hîjyenê yên guncav neyên parastin, dikarin rîska enfeksiyonên ji ber xwarinê zêde bikin û weha berdewam kir:
"Di wan xwarinên ku demeke dirêj di germahiya odeyê de dimînin de zêdebûna bakteriyan dikare bilez be. Parastina goşt, mirîşk, masî, hêk û berhemên şîr di germahiyên guncav de giring e.
Têkiliya goştên xav bi xwarinên ku rasterast têne vexwarin re jî dibe sedema pirsgirêkeke giring a hîjyenê ku jê re 'vegirtina piralî' (çapraz) tê gotin. Ji ber vê yekê, divê amûrên ku di dema amadekirina xwarinên xav û pijandî de têne bikaranîn ji hev cuda bin û bal were girtin ser hîjyena destan.
Yek ji encamên herî giring ên enfeksiyonên mîde û rûvîyan ew e ku laş şilemenî (sıvı) û elektrolîtan winda dike. Bi taybetî bi bandora germên havînê, ev windabûn dikare bêtir lezgîn pêk were.
Ji bo kesên ku tûşî zikçûn û verşînê dibin giring e ku bi têra xwe şilemeniyê vexwin. Ji ber ku windabûna şilemeniyê di zarokan, kal û pîran û kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene de dikare bibe sedema encamên girantir, divê nîşe ji nêz ve werin şopandin.
Çavkaniyên avê yên ku di xwezayê de ne, paqij xuya bikin jî dikarin mîkroorganîzmayên cûrbecûr di nav xwe de bihewînin. Ji ber vê yekê, divê avên ku çavkaniya wan nayê zanîn rasterast neyên vexwarin.
Di dema kamp û meşên xwezayê de peydakirina avên ku dê werin bikaranîn ji çavkaniyên ewle, û gava hewce bike sepandina şêwazên parzûnkirinê an kelandinê dikare bibe alîkar ku rîska enfeksiyonê kêm bibe."
Zarok û kal û pîr di bin rîskeke girantir de ne
Genç diyar kir ku her çend enfeksiyonên mîde û rûvîyan di her koma temenî de werin dîtin jî, windabûna şilemeniyê di zarokan û kesên temenmezin de dikare lezgîntir were dîtin; her weha da zanîn ku di kesên sîstema wan a parastina laş hatiye tepisandin de rîsk heye ku enfeksiyon girantir derbas bibin.
Genç weha li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber vê yekê, di rewşên wekî taya bilind, êşa zik a dijwar, verşîna ku dirêj dike, dîtina xwînê di pîsatiyê de yan jî derketina nîşeyên eşkere yên windabûna şilemeniyê de, serlêdana saziyên tendurustiyê xwedî giringiyeke mezin e."
Pisporê Gastroenterolojiyê Doç. Dr. Halil Genç destnîşan kir ku di beşeke mezin a enfeksiyonên mîde û rûvîyan ên mehên havînê de guhdana qaîdeyên hîjyenê giring e û ev agahî parve kirin:
“Di heyama havînê de karanîna hewzan, vexwarina li bufeyên vekirî û zêdebûna çalakiyên li dervatî malê dikare rêjeya dîtina hinek enfeksiyonan zêde bike. Baldariya li ser hîjyena destan, vexwarina xwarinên ewle, girtina şilemeniya têr û tevgerîna bi zanabûn a di mijara hîjyena hewzan de dikare bibe alîkar ji bo kêmkirina rîska enfeksiyonê. Şopandina ji nêz ve ya gileyiyên ku di zarok, kal û pîr û kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene de pêk tên, giring e.”