Terefdarên PKK/HDPê li Diyarbekirê mînîbûsa navbajêr şewitandin

Li Diyarbekirê komekî ku ji 4-5 kesên çekdar û rûyên wan nixûmandî pêk dihat û tê diyarkirin PKKyî ne mînîbûseke navbajêr sekinandin û bi molotofan şewitandin.

Hat ragihandin li Diyarbekirê komekî ku ji 4-5 kesên çekdar û rûyên wan nixûmandî pêk dihat û tê diyarkirin PKKyî ne mînîbûseke navbajêr sekinandin û bi molotofan şewitandin.

Bûyer li ber Mizgefta Mekkeyê ya li Taxa Huzurevlerîyê pêk hat. Cihê ku bûyer lê pêk hat 200 metro dûrî qereqola polêsan bû.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin derdora seat 21.00an de komekî ku ji 4-5 kesên çekdar û rûyên wan nixûmandî pêk dihat û tê diyarkirin PKKyî ne xwe berda kolanê û mînîbûsa navbajêr sekinand. PKKyîyên ku rêwîyan ji mînîbûsê pîya kirin mînîbûsê dan ber molotofan û şewitandin.

PKKyîyên mînîbûsê şewitandin dû re fîşekên hewayî berdan û dû re ji cihê bûyerê revîyan.

Mînîbûsa ku li rasta êrîşa PKKyîyan hat temametî şewitî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn
Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê gihîşt 8 kesan