TIR û otomobîlek li hev qelibîn: Yek jê pitik 3 mirî 4 birîndar

Li ser Rêbeja Tatwan û Xelatê TIR û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat deyek jê pitik tevde 3 kes canê xwe ji dest dan û4 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêbeja Tatwan û Xelatê TIR û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de  yek jê pitik tevde 3 kes canê xwe ji dest dan û  4 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Tatwan û Xelatê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin TIRa bi plaqeya 13 AAD 051 a ku ajokarê wê Tekîn Sevînc bû û otomobîla bi plaqeya 34 KPE 48 a ku ajokarê wê Maşallah Bozan bû  li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de Maşallah Bozan, Leyla Bozan û pitikê wan Şerwan Bozanê 3 mehî canê xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê û şofêrê TIRê yê ku li ser pîyan hat dermankirin hat binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e