Tê pêşbînîkirin ku li peravan baran û li herêmên hundirîn û bilind jî şilope (baran û berf) û berf bibare.
Hişyariya qeşa û cemedê
Ligel daketina germahiyê, li herêmên hundirîn û bilind ên welat bûyerên qeşagirtin û cemidînê têne texmînkirin. Rayedaran bang kir ku pêşbîniyên hewayê û hişyariyên pêşwext ên Meteorolojiyê bên şopandin.
Li gorî bajaran germahiyên herî kêm ên tên texmînkirin
Di navbera 29ê Mijdarê û 4ê Kanûnê de germahiyên herî kêm ên ku li hinek navendên bajaran têne texmînkirin wiha ne:
- Enqere: -2 pile
- Stenbol: 5 pile
- Îzmîr: 6 pile
- Bolu: -2 pile
- Samsun: 6 pile
- Trabzon: 8 pile
- Erzirom: -2 pile
- Eskişehir: -1 pile
- Afyonkarahisar: -1 pile
- Sêwas: -2 pile (ÎLKHA)