Delîlên li Bazîdê îşaret bi serdema Tofana Hz. Nûh dikin
Encamên analîzên Emrîkayê yên perçeyên darîn ên ku li Formasyona Durupinarê ya li navçeya Bazîda Agiriyê hatibûn dîtin, eşkere bûn. İşaretkirina testan a li salên 2300î yên (Berî Zayînê), di cîhana zanistê de bû sedema kelecanê.
Encamên sê laboratuwarên cuda ew ê bên berawirdkirin
Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwasê Prof. Dr. Cenker Atila û lêkolînerê Amerîkî Andrew Jones li herêmê xebatên zanistî dimeşînin. Prof. Dr. Atila encamên ewil ên Karbon 14 nirxand û diyar kir ku dîrokên hatine bidestxistin bi dîroka Tofana Nûh a di nivîsên pîroz de re li hev dikin. Atila wiha got: "Tê fikirîn ku Tofana Nûh di salên 2300î yên (BZ) de pêk hatiye; dîroka me ya karbonê jî tam îşaret bi heman dîrokê dike." Atila da zanîn ku ew li benda encamên TUBÎTAKê ne û ew ê di meha Çileyê de ji bo analîza sêyemîn biçe Swêdê.
"Gaveke wêrek a ber bi pêş ve"
Lêkolîner Andrew Jones jî ragihand ku du mînakên li Emrîkayê hatine testkirin ji 4 hezar salan kevntir in û ev yek wekî "gaveke wêrek a ber bi pêş ve" bi nav kir. Jones derbarê merhayela bê de wiha got: "Pêşîniya me ya bê ew e ku em cureyê dar, bermahiyên ziftê û gelo ev malzeme aîdî avahiyekê ye yan na, tespît bikin."
Xebatên kolandinê ew ê bi erêkirina Tirkîyeyê bên meşandin
Jones destnîşan kir ku ger delîl avahiyeke keştiya kevnar piştrast bikin, ew ê derbasî kolandinên armanckirî bibin û got: "Her xebateke kolandinê ew ê girêdayî erêkirina rayedarên Tirkîyeyê be û wê ji aliyê Prof. Dr. Cenker Atila û ekîba wî ve bê birêvebirin." Her wiha tekez kir ku berî derxistina darên kevnar, divê plana parastina wan bê kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.