Trump derbarê êrîşên ku Îranê li baregahên wan kir de daxuyanî da

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşên ku Îranê li baregahên wan kir de daxuyanî da.

Ji teref Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ve derbarê êrîşa ku ji teref Îranê ve li baregahên wan ên li Iraqê hatin kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Trump di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di encama êrîşên ku li baregahan hatin kirin de tiştek bi serê tu kesî nehat û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Temamê leşkerên me di ewlehîyê de ne. Tiştek bi serê tu leşkerî nehat. Bes hinek xisar di baregahê de pêk hat. Ji ber ku em pergala hişyarîya zû bi kar tînin leşker nemirin.”

Trump di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir wî bi xwe fermana kuştina Qasim Silêmanî daye û dû re got Îran dê tu car nebe xwedîyê çekên nukleer.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne