Trump derbarê Tirkîyê de daxuyanî da

Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir “Ew ê mueyyîdeyên mezin li Tirkîyê bên tetbîqkirin. Bi rastî jî însanan difikirin gelo ma hewce dike em bi Tirkîyeya ku endamê NATOyê ye re bikevin herbê.”

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî derheqê Tirkîyê de daxuyanîyek belav kir.

Trump di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê Tirkîyê de destnîşan kir “Brian Kilmeadeyê di bernameya Fox and Friendsê de hemû tiştî xelet fam kiriye. Em ê tevlî wî şerê ku ev bû 200 sal di navbera du koman de berdewam dike nebin. Ewrûpa xwedî derfet bû ku wan mahkûmên xwe yên ku endamên DEAŞê bûn teslîm bigire, lê belê ew nexawastin bedela vê yekê bidin. Gotin em dev jê berdin bila Amerîka bedela wê bide. Kurd dibe ku hinek kesan(endamên DEAŞê) ji bo tevlî vî karî bikin serbest berdin. Ekserîyeta wan ji teref Tirkîye û Ewrûpayê ve bi hêsanî dikarin bên girtin, lê belê divê ecele bikin. Ew ê mueyyîdeyên mezin li Tirkîyê bên tetbîqkirin. Bi rastî jî însanan difikirin gelo ma hewce dike em bi Tirkîyeya ku endamê NATOyê ye re bikevin herbê. Ew ê ew herbên ku dawî lê nayên biqedin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn