Trump: Di warê hevdîtina bi Îranê de me hêj li hev nekiriye

Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir “Gelek însan dixwazin ku em bi Îranê re hevdîtin bikin. Ew ê çi bibe em ê bibînin.Niha me di warê hevdîtinê de li hev nekiriye.”

Piştî êrîşa ku li tesîsên neftê yên Siûdî hat kirin re di navbera Îran û Amerîkayê de rageşîya heyî zêdetir bû. Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî vê êrîşa ku hat kirin re derbarê rageşîya heyî de destnîşan kir “Ew li wê derê ne, em jî li vê derê ne. Gelek însan dixwazin ku em bi Îranê re hevdîtin bikin. Ew ê çi bibe em ê bibînin.Niha me di warê hevdîtinê de li hev nekiriye.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê hevdîtina ku îhtîmal e di navbera Îran û Amerîkayê de bê kirin de destnîşan kir, ji bo hevdîtinê şert û merc kamil bûne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne