Trump wextê tevdîrên ku li dijî Coronavîrus’ê hatibûn standin heta 30ê Nîsanê dirêj kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyanîya ku li Qesra Spî da destnîşan kir “Ev kabûs dê rojekê bi dawî bibe.”

Trum di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “2 heftîyên li pêşîya me gelek muhîm in. Divê hemû kes wezîfeya ku dikeve li ser milên wan bi cî bînin û haya xwe ji mesafeya civakî bikin. Ev kabûs elbet dê rojekê bi dawî bibe.Me biryar da ku wextê tevdîrên ku li dijî Coronavîrus’ê hatibûn standin heta 30ê Nîsanê dirêj bikin. Ger me tu tişt nekiribana dibû ku 2,2 milyon însan bimirana. Lê belê ger di vê pêvajoyê de 100 hezar an jî 200 hezar însan bimirin wê demê tê famkirin ku me karekî baş kiriye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, qamyonek li lembeyên trafîkê li otomobîlekê qelibî.
Li Çinarê agir bi dorsa qamyonekê ket
Salvegera 13emîn a HÜDA PARê li bajarê Dîyarbekirê bi coş hat pîrozkirin
Li ser rêya gundê Qîlwa yê Çinarê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn.
Werin em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin