Tugluk û Tuncel di bergeha lêpirsîna 6-8ê Cotmehê de hatin tewqîfkirin

Parlementerên berê yên HDPê Aysel Tugluk û Sebahat Tuncel di bergeha lêpirsîna êrîşên 6-8ê Cotmehê de hatin tewqîfkirin

Di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve dihat birêveberin de Parlementerên berê yên HDPê Aysel Tugluk û Sebahat Tuncel li ser SEGBÎSê îfade dan.

Piştî îfadeya ku hat girtin re Hakimtîya Cezaya Sulhê ya 5emîn derheqê Parlementerên berê yên HDPê Aysel Tugluk û Sebahat Tuncel de qerara tewqîfkirinê da.

Di bergeha lêpirsîna êrîşên 6-8ê Cotmehê ya ku di 25ê Îlonê de hat destpêkirin de derheqê 82 kesî de qerara binçavîyê hatibû dayîn û di vê bergehê de kesên bi navê Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Dilek Yağlı, Günay Kubilay, Zeki Çelik, Ali Ürküt, Pervin Oduncu, Alp Altınörs, Berfin Özgü Köse, Cihan Erdal, Ayhan Bilgen û İsmail Şengün hatibûn binçavkirin.(ÎLKHA)
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê, otomobîlek li peyayekî qelibî û peya mir
Kesekî li Qosera Mêrdînê dema ku klîma saz dikir ji qata duyemîn ket xwarê û birîndar bû
Li Çewlikê konferansek bi navê "Hişmendiya Fetihê û Sê Mehên Pîroz" hate lidarxistin
Li Meletiyê qezaya pat patê: 3 birîndar
5 kes mirin û kesek jî birîndar bû