Vîrusa kujende ya ku li Çînê derket holê her ku diçe belav dibe

Vîrusa ku heta niha bû sedema mirina 17 kesan vêcarê xwe li Amerîkayê nîşan da ku ji ber vê yekê li balafirgehên gelek welatan tedbîr tên standin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin vîrisa kujende ya ku li Wuhana bajara Çînê derket holê heta niha zêdetirî 2 hezar kesan xist bin tesîra xwe û bû sedem ku 17 kes bimirin. Tê diyarkirin rewşa 571 kesên ku bi vîrusê ketine giran e.

Rayedarên Çînî diyar dikin piştî bajara Wuhanê li bajara Huanggangê jî têketin û derketina bajêr hatine qedexekirin.Hat qedexekirin ku 17 milyon kes otobus û bakafiran bikar bînin.

Di dîmenên ku ji cihê bûyerê hatine girtin de tê dîtin ku ji ber vîrusê gel gelek zêde tirsîyaye û ji ber ku birçû nemînin li cihên danûstandinê bi hev dikevin.

Çawa ku li tevahîya cîhanê ji bo vîrusê tedbîr hatibin standin bi heman awayî li Tirkîyê jî tedbîrên pêwîst hatin standin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da