Walîtîya Hewlêrê: Ew ê di îdê de derketina derve neyê qedexekirin

Alîkarê Walîyê Hewlêrê Hêmin Qadîr destnîşan kir, di Îda Qurbanê de dê derketina derve neyê qedexekirin.

Qadîr di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, heta niha ji bo qedexê tu qerar nehatîye dayîn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Di îdê de bes ew kargeh û warên ku lê xelk zêde dicivin bên girtin û ew ê mekanên din vekirî bin.”

Qadîr di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir eger di warê vîrusê de rewş ber nebaşbûnê ve neçe dê qedexe neyê îlankirin  û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ger rewş nebaş bibe dê derketina derve bê qedexekirin.Her wisa bi biryara Wezareta Weqf û Karên Diyanetê dê nimêja îdê neyê kirin û ew ê ji bo serdana mezelan destûr neyê dayîn.Di îdê de qedexeya seferên navbera bajaran berdewam bike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e