Walîyê Dihokê: PKKê ziyan daye îqtîsada Herêma Kurdistanê

Elî Teterê Walîyê Dihokêdestnîşan kir, li herêma Bahdînan ji ber hebûna PKKê îqtîsada herêmê zirareke mezin dît.

Teter di daxuyanîya çapemenîyê ya ku da de destnîşan kir, ji sedemên sereke ya nebaşbûna îqtîsada Herêma Kurdistanê hebûna PKKê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber hebûna PKKê ya li herêmê û pevçûnên bi Tirkîyê re û ji ber van sedeman valakirina bi sedan gundan zirar dighîne îqtîsada herêmê. PKK çawa ku çankanîya problema li Şingalê ye bi heman awayî li perçeyên din jî çavkanîya probleman e. PKK mixabin bû sedem ku li herêma Bahdînan bi sedan gund bên valakirin. Ev yek jî di warê aborî û îqtîsadê de dibe sedeme bareke giran.”

“PKK ne li gor daxwazên Kurdan li gorî daxwazên hinek kesên din hereket dike”

Teter di berdewama daxuyanîya xwe de de destnîşan kir, PKK li gorî daxwazên hinek kesên din hereket dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku hinek kesên din jê dixwaze ku ji derekê vekişe PKK hema di cî de vedikişe. Heman PKK ji ber daxwaza hikûmeta Iraqê ji Şingalê û ji ber daxwaza Tirkîyê jî ji Efrînê vekişîya.Lê belê dema mesele hêzên Kurdan be ev yek pêk nayê.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo parastina tenduristiya piştê divê mirov bala xwe bide çi?
Erşîrkerdo ke lîseya Sêwrege de bi sîlihan 16 kesî birîndar kerdibi, xo kîşt
Ji İTTİHADUL ULEMAyê daxuyaniya piştgiriyê bo çalakiya Mewlûda Nebî
16 kes birîndar bûn
Ji qeşaya çandiniyê, berf û bahozên tozê haydar bin