Hat ragihandin Abdullah Erînê Walîyê Rihayê 16 kesên ku ji ber teqîna ku li Fermandarîya Tugaya Bi Zirx a 20emîn a Rihayê pêk hat birîndar bûn li nexweşxanê ziyaret kir û rewşa wan pirsî.
Doh êvarî derdora seat 22.30î de li Tugaya Bi Zirx a 20emîn a Rihayê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di depoya muhîmatê de teqîn pêk hatin.
Abdullah Erînê Walîyê Rihayê derbarê vê teqîna ku li Rihayê pêk hat de daxuyanîyek belav kiribû û
Destnîşan kiribû , di encama teqînên ku li Tugaya Bi Zirx a 20emîn a Rihayê pêk hat de 16 leşker û kesekî sîwîl birîndar bûn.
ÎLKHA