Welatîyên Tirkîyê yên li Îranê tên tahlîyekirin

Balafira THYê ya ku sefera Tahran-Stenbolê dike ji ber şipheya coronavîrusê bi şikleke lezîn daket Balafirgeha Esenbogayê. Li Balafirgeha Esenbogayê rewşa derasayî hat îlankirin.

Hat hînbûn bi 17 rêwîyên di balafirê de nîşaneyên coronavîrusê heye ku ekîba firînê ji ber vê yekê qerara daketina lezgîn daye.

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir welatîyên Tirkîyê yên ku ji Tirkîyê hatin anîn dê 14 rojan di bin çavdêrîyê de bên girtin û ew ê li Nexweşxaneya Dr. Zekaî Tahir Burak a ku ji bo karantînayê hatiye amadekirin bên girtin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da