Weqfa Karwana Hêvîyê li Stenbolê berîya îdê ji êtîman re alîkarîya cil û bergan kir

Ji teref Weqfa Karwana Hêvîyê li Stenbolê berî Îda Qurbanê ji êtîman re alîkarîya cil û bergan kir û dilên wan xweş kir.

Derbarê alîkarîya ku di bergeha “Projeya Ji Bo Yetîman Kirina Alîkarîya Cil û Bergan” hat kirin de ji teref Alîkarê Serokê  Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cemal Çinar ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Çinar di daxuyanîya ku da de ji kesên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye re teşekkur kir û dû re wiha got: “Xweda ji temamê kesên ku alîkarî kirin razî be. Xweda ji wan dayikên ku zarokên xwe yên ku bavê wan mirîye tenê nehiştin razî be. Zarok zarokên me ne, êtîm êtîmên me ne.Dema ku qala êtîman tê kirin Resûlê Xwedê tê bîra me. Ez ji wan xêrxwazan ku berîya îdê dilê zarokan xweş kir re teşekkur dikim.Xweda bike nesîb ku dayik zarokên xwe li gorî exlaqa Îslamê mezin bikin. Xweda zarokên me ji şerrên vî wextî muhafeze bike.”

ÎLKHA
















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye