Weqfa Kerwana Umudê li Yemenê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Navenda Giştî ya Weqfa Kerwana Umudê destnîşan kir li 3 herêmên cuda yên li Yemenê ew xebatên xwe yên alîkarîyê didin domandin.

Derbarê xebatên ku li Yemenê berdewam dikin de ji teref Navenda Giştî ya Weqfa Kerwana Umudê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di meha mijdarê de ji bo bi sedan malbatên feqîr re di buhaya 75 hezar TL alîkarî hatiye kirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ew ê xebatên wan ên alîkarîyê ji bo Yemenîyan berdewam bikin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Em wek Weqfa Kerwana Umudê ji sala 2015an vir ve li Yemena ku lê ji ber şer însan mexdûr dibin xebatên alîkarîyê dikin. Di meha mijdarê de li 3 herêmên cûda yên li Yemenê ji bo bi sedan malbatên feqîr di buhaya 75 hezar TL alîkarî kir. Înşaallah ew ê xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin.”

ÎLKHA
















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne